Di 1977an de li Nisêbînê hate dinyayê. Dibistana seretayî li Nisêbînê xwend. Dibistana navîn li Erxenê xwend. Li Erxenê lîseya mamostetiyê qedand. Di sala 1996an de kete Zanîngeha Gazî ya Enqerê û li wir 4 salan beşa mamostetiya edebiyata tirkî xwend. Di sala 2000an de ji wir mezun bûye û di heman salê de li Nisêbînê, dest bi mamostetiyê kiriye. Di navbera sala 2010 û 2013an de li Zanîngeha Mardîn Artûklûyê de di beşa Çand û Zimanê Kurdî de lîsansa bilind xwend. Niha li Nisêbînê rêveberiya dibistanê dike. Wî û çend akademîsyenên din, di sala 2014an de li tirkî cara yekemîn, ferhenga fermî ya tirkî-kurdî, kurdî-tirkî weşandin. Ceribandin, lêkolîn û helbestên wî di kovara Çirûsk, Nûbihar, Nûpelda û malperên weke nusaybinim.com, wêje û zimanê kurdî, nivîskar, zazakî.net’ de diweşin. Xebateke li ser “guherîna dengên di navbera kurmancî û kirmanckî de” û 2 şanoyên wî li ber çapê ne.