Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%20
PÊSÎRÊN DAYÊ

PÊSÎRÊN DAYÊ

Liste Fiyatı : 140,00TL
İndirimli Fiyat : 112,00TL
Kazancınız : 28,00TL
9786258383935
363044
PÊSÎRÊN DAYÊ
PÊSÎRÊN DAYÊ
112.00

“Were, berxê min, were... pêsîr li min pêçûn.” Ev zar û ev hevoka dayê ji bo min tiştekî gelekî xweş bû, nemaze ev çar peyvên dawîn... min dixwest û min welê bawer dikir ku ew ê hertim van gotinan bi lêv bike: “pêsîr li min pêçûn.” Dayê ava hênik dikire leganekê, xwe di ser de xwar dikir, ew hingulên xwe... (dema ku dayê ji bo min pêsîrên xwe ji paşila xwe derdixist, bavo ew wusa bi nav dikirin: hingul) dayê ew hingulên xwe di ava hênik de dikir, li erdê cîh dida xwe û ez jî diçûmê. Min xwe di hemêza dayê de dirêj dikir, min pêsîrek dikire devê xwe û pêsîra din jî... min pê dilîst. Di demên weha de berê min li asimanê şîn, li firnik û li pêsîrên wê bû. Ew çilkên dilopên ava zelal li ser pêsîrên dayê dibûn weke histêrkên nava rojê. Dayê ew dilopên avê ji ser pêsîrên xwe ziwa nedikir, nizanim çima. Di hemêza wê de dirêjkirî, ji jêr ve min hundurê firnikên dayê didît. Ji ber royê sor û rohnî dikirin. Di hundurê firnikên dayê de mû tunebû. Ji deverên laşê dayê, min bêtir ji pêsîrên wê hez dikir. Her pêsîreke dayê bi qasî navê Xwedê bû, dixwazim bibêjim mezin bû, gir û gilover... û anuha baş dizanim ku di wan deman de min bi çavekî, bavê min bi çavekî û ez bawer dikim xort û mêran jî bi çavekî din li wan pêsîrên dayê mêze dikirin.

  • Açıklama
    • “Were, berxê min, were... pêsîr li min pêçûn.” Ev zar û ev hevoka dayê ji bo min tiştekî gelekî xweş bû, nemaze ev çar peyvên dawîn... min dixwest û min welê bawer dikir ku ew ê hertim van gotinan bi lêv bike: “pêsîr li min pêçûn.” Dayê ava hênik dikire leganekê, xwe di ser de xwar dikir, ew hingulên xwe... (dema ku dayê ji bo min pêsîrên xwe ji paşila xwe derdixist, bavo ew wusa bi nav dikirin: hingul) dayê ew hingulên xwe di ava hênik de dikir, li erdê cîh dida xwe û ez jî diçûmê. Min xwe di hemêza dayê de dirêj dikir, min pêsîrek dikire devê xwe û pêsîra din jî... min pê dilîst. Di demên weha de berê min li asimanê şîn, li firnik û li pêsîrên wê bû. Ew çilkên dilopên ava zelal li ser pêsîrên dayê dibûn weke histêrkên nava rojê. Dayê ew dilopên avê ji ser pêsîrên xwe ziwa nedikir, nizanim çima. Di hemêza wê de dirêjkirî, ji jêr ve min hundurê firnikên dayê didît. Ji ber royê sor û rohnî dikirin. Di hundurê firnikên dayê de mû tunebû. Ji deverên laşê dayê, min bêtir ji pêsîrên wê hez dikir. Her pêsîreke dayê bi qasî navê Xwedê bû, dixwazim bibêjim mezin bû, gir û gilover... û anuha baş dizanim ku di wan deman de min bi çavekî, bavê min bi çavekî û ez bawer dikim xort û mêran jî bi çavekî din li wan pêsîrên dayê mêze dikirin.

      ISBN
      :
      9786258383935
      Boyut
      :
      13 x 19.5
      Sayfa Sayısı
      :
      104
      Basım Yeri
      :
      Berdan Matbaası - İstanbul
      Baskı
      :
      1
      Basım Tarihi
      :
      2024
      Tür
      :
      NOVEL
      Dili
      :
      Kurdî - Kürtçe
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat
UA-179024399-1