Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

- Nasnameyeke Ji ‘Nasname’yê Wêdetir: Rêwîtî Û Ezmûn / Hamid Omerî

Nasnameyeke Ji ‘Nasname’yê Wêdetir: Rêwîtî Û Ezmûn

 “Xwendevanên  hêja,
Tevahiya bûyerên vê romanê serpêhatiyên rastî ne û karakterên romanê heya vêga jî zindî ne,…” (rp.199)

Hôtel Europe, bi van gotinan dest pê nake, bi van gotinan diqede.  Edebiyathez baş dizanin ku ji bo edebiyatê ya giring rastiya di nav berhemê de ye. Lewma leheng, naverok, li gor rastiyên berhema li ber dest têne nirxandinê. Meşrûiyeta xwe bi gotin, têkilî, heyîn û qewimînên xwe bi dest dixin.

Hôtel Europe, li ser bingeha rêwîtî û ezmûnekê xwe diwezinîne.  Jixwe ‘tiştek diqewime’ û meriv diteriqe/in. Piştî vê bez û revê îmtihanek jî li ser xêza vê rêwîtiyê xwe ditelîne. Penaberî… û rewşa ku ew penaber dijîn her ku diçe bêtir dibe mijara edebiyata Kurdî. Gelek berhemên Kurdî roman an kurteçîrok henin ku vê mijarê ji xwe re kirine bingeh. Di romana Ferhad Pîrbalä de jî em, biyaniyên dinê dibînin. Her wekî gotina Mihemedê Hecîzade:
“-Eger li min neqewimîba çi mecbûr dibûm bême vir daxwaza mafê penaberiyê ji van kafir û gawiran bikim?!”(rp.63)

Her çi qas ‘kafir û gawir’ bin jî, yên ku direvin cem wan li gor jiyana xwe ya li bal qewm û axa xwe bêtir rihet dikin! Ferhad (ku nivîskar bi xwe ye û vebêjerê romanê ye), Mihemedê Hecîzade, Monsieur Luciana (cihuyekî Portekîzî), Saqî Gulçîn li ewropayê rastî hev tên.  Ewropaya ku ji bo miletên dinyayê bûye wek hotelekî.

Di rêwîtiyên ku xwe di berhemên edebî de nîşan didin de her wekî rêwîtiyên jiyana rastîn, leheng di nav herênayan de dimînin. Lewre cihê nû bi zimanê berê naaxive, kolan û marketên nû ne weka yên berê ne, xwarin û guftûgo, têkilî û munasebet ji hev cuda ne. Heta ya girîng her çiqas zimanê wir bê hîn kirin jî bi devokek din û li gor çand û çîna berê tê axivîn. Lewma peyva “Nasname”yê bi xwe jî bi aweyek din, bi wateyeke din ji devê Mihemdê Hecîzade derdikeve.

Mirovên ku derdikevin rêwîtiyê ji nav germahî û nostaljiya xwe ya resen zor derdikevin. Nemaze yên ku ne xwedî nasname bin ev tişt ji bo wan zortir e. Diçin û tên li reh û kokên xwe digerin. Exlaq û kultura xwe ya ku bi piranî jê ditirsin (ne ku jê hez dikin) zêdetir diparêzin.

Mihemedê Hecîzade yê ku ji bal Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye xel’ilibaskirin, bi biryar, jiyan û takekesiya xwe gelek balkêş e. Ev balkêşî ya ku diyar dibe bi destxistina karakterekî serketî ye. Hecîzade dê xwe di siberojê de jî karibe biparêze.

“Çespandina reh u kokan li cihekî nû, hêzeke zêde ji te dibe” (rp.60) Mihemedê Hecîzade her çiqas ji bal melayên îranî ve hatibe xel’ilibaskirin jî ne bi tevgerên xwe lê bi axaftinên xwe her wekî ku hê jî li ser mînberê be diaxive:

“-Axayê Ferhad…evên han destê xwe ber bi derve ve dirêj kir; mebesta wî ewropî bûn’ her çi petrol, qezenc û serwetên me yên xwezayî hene didizin û dixin depoyên xwe de ji demên xwe yên teng re. Ji aliyê din ve jî her çi tank, top, napalm, firokeyên şer û çekên xwe yên giran hene difiroşin me da ku em li Rojhilat hev bi wan bikujin… da ku welatên rojhilat bikin bazerek bo firotina firokeyên şer û çekên xwe yên giran. Heya weke vêga jî bi awayekî berdewam Fransa û Almanya çek û sîlehan difiroşin Sedam, îro Amerîka piştevanê Sedam yê herî mezin e. Her kes vê yekê dizane. Berpirsên yekemîn ne em, lê ew bi xwe ne!” (rp.62)
Di gel hemû van tevgerên xerab yên welatên ewropî bi gotina vebêjer/nivîskarê romanê ku ji Hecîzadeyî re dibêje: “Baş e eger rast e, nexwe tu ji ber çi, ji xwe re her li îranê nemayî û reviyayî vê ewropyaê?” û didomîne, “ Ji xwe bê kêmanî Ewropa va ye hembêza xwe ji te re vekiriye û tiştekî ji te nake, li belê welatê te, te derxist û koçber kir.” (rp. 63) em li aliyekî din yê ewropayê dinêrin.

Bêçaretî melayek dikare bibe heta çi radeyê? Ev pirs, di kesayetiyeke ku bi kultureke resen de mezin bûye û koçber bûye de xwe nîşan dide. Ji bêçaretî hema dikare her tiştî bike. Hecîzade ji bo debara xwe bike bi rûspiyekî ewropayî re dikeve têkiliyên homoseksuelî jî. Bi riya diyalogên vebêjer, Mihemedê Hecîzade û Monsieur Luciana rojhilat û rojava têne rûber kirinê û Hecîzade jî hema bêje fahm dike ka çima li ewropayê wêneyek tenê bi 50 hezar  pere dike. Ev diyaloga ku di navbera Fehad û Mihemdê Hecîzade de derbas dibe bi rastî jî li ser navê edebiyatê bihna merivî derdixîne:
“Hemû tabloyên wan bi qurbana tabloyeke “Kemal el-Milûkê me bin!

Bi çi dikenî?
Min kenê xwe veşartibû, min got:
-Zêdeyî sed û deh sala ye ku li Ewropayê dawî li stîla tabloyên Kemal el-Milûk hatiye.
Got: Êdî îro çi model li dar e?
Min got: Model roj bi roj xwe nû dike.” (rp. 66) û helbet ev bersiv û nêrîn nemaze ji bo edebiyatê jî pirr girîng e.

Hişê “Hôtela Europe” Monsieur Lucianayê xwediyê dawiyeke kezebperitî ye. “Ev tê wê wateyê ku ewropiyan bi xwe ewropya xwe çêkirine, divê hûn bi xwe jî ewropyakê ji xwe re li ser xaka xwe çêbikin! Nasname! Nasnameya we!”

Hemû karakterên romanê li gor qewimînên giring û watedar yên ku di jiyana wan de diqewimin, xwe ji bo xeyalên xwe û ‘nasnameyên’ xwe kar dikin.

Ferhad Pîrbal, her çiqas bes bi riya diyalogan be jî xwe digihîne psîkolojiya karekterên xwe. Xwendekar, ne bi riya hişyariya di dawiya berhemê de, bi riya nêzîkbûna nîviskar ya li karekterên xwe, rastiya jiyanê ya ku bûye rastiya berhemê dibîne. Ev, ji bo berhemeke edebî di radeyeke bivê nevê de ye.

Û xusûseke din ya romana Ferhad Pîrbalî jî ev e ku ji bo nesnelbûnê, vegotin bi riya axaftin û diyalogan bi rê ve diçe. Ji ber ku em binhişê lehengan bes bi xêra diyalogên wan ên bi hev re ne dibînin em nikarin bêjin ku em bi temamî ‘rastiyeke taybet’ ya karakteran bi dest dixin.

Hôtel Europe, hewl û herbeke nasnameyî ya di nav buhrana tenêtiyê de ye. Ji buhranekê bêtir, lêpirsîn û lêgerînek e. Parçeyên edebiyata Kurdî ji hev bi dûrxistî bin jî, bi wateyên xwe, hevgirtî ne û ev hevgirtîbûn bi hewla weşangerên kurd xwe bi ber ruhê xwe ve dikişîne. Wergêr Besam Mistefa dîsa bi kurmanciya xwe ya fambar spasiyekê heq dike.

Hamid Omerî, www.kulturname.com, 14.05.2012 / Taraf Kitap, 15.5.2012



Kapat
UA-179024399-1