Helbestkar, rojnameger û wergêrê sondxwarî yê kurdî. Ji Heskîfa Batmanê ye. Helbestên wî di Pêngav, Çirûsk, W, Nûbihar, Bar Helbest û kovarên din de hatine weşandin. Edîtoriya kovara muzîkê ya bi navê Ziryab kiriye. Her wiha wekî edîtor, peyamnêr, wergêr û berpirsiyarê ragihandin û medyayê kar kiriye. Ji 2022yan ve li zanîngeheke taybet li Stenbolê dersên kurdî dide. Ew endamê Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ), Komeleya Mafê Mirovan (İHD) û PENa Kurd e. Lîrîka Berbangê dîwana wî ya ewil e.