Master û doktoraya xwe li Zanîngeha Exeterê di qada Xebatên Kurdî de kiriye. Ji bo doktoraya xwe li ser dîroka şanoya kurdî ya li Iraqê hûr bûye di teza xwe ya bi sernava “Şano û Neteweperweriya Çandî: Şanoya Kurdî Di Serdema Be’asî de, 1975-1991.” Lîsans û mastereke din li Tehranê Zanîngeha Razî di beşa Ziman û Edebiyata Îngilîzî de qedandiye. Vêga endama Navenda Lêkolînên Temasa Ziman û Çandê ye li Kanada Zanîngeha Yorkê.