Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

- Lêkolîna ola Êzdîyan; Gaveke Nû / Tosinê Reşîd

Lêkolîna ola Êzdîyan; Gaveke Nû

Derketina êzdîyan li Avropa û Rûsîya, xurtbûna pêwendîyên wan bi bîyanyan re, pirsgirêkên di jîyana rojane de derdiketin holê, pirsa lêkolîna ol, dîrok û toreya êzdîyan kirin pirseke aktûal. Ji alîkî mayîn ve van panzdeh, bîst salên dawî di nav êzdîyan de hişîyarbûneke netewî, olî dest pê kir. Êzdîyan xwest zêde ser ola xwe, dîroka xwe, toreya xwe bizanibin. Xwestin bizanibin ka di civaka kurdan, ya giştî de, cîhê êzdîyan li ku ye. Lê di wê pirsê de valayîke mezin hebû, pirtûk û gotarên ku hêjayî bawerîyê bûn, kêm bûn. Û ji bo tijî kirina wê valayê gelek kesan dest avête wê pirsê, gelek gotar û pirtûk hatin çap kirin, bi întêrnêtê hatin belav kirin.

Min jî sala 2004 an pirtûkek bi navê “Êzdîyatî, oleke hê jî ne naskirî” çap kir. Lê piranîya xudanên wan pirtûk û gotaran (ez jî nav de) ne profêsîyonal bûn, ne pisporê ola êzdîyan bûn. Û berhemên wan hê zû ji bo nasandina ola êzdîyan bûn. Ev jî karekê hêja, karekê pêvîst e. Hema ne naskirina ola êzdîya bûye sebeb ji bo bi sedan fermanên serê êzdîyan, yen biçûk û mezin.

Her yekî ji me wek karibûna xwe kirîye û em ê hê jî bikin, lê giranîya vî barî gerek ser milên profêsîyonalan be. Û divêt ji rada nasandinê derbasî rada lêkolînên zanîyarî bibin, ku bikaribin bersiva gelek pirsên bi ola êzdîyan ve girêdayî, têkel, zelal û ronî bikin. Ser rada zanîyarîyê, ya îroyîn pirsên ola êzdîya şiro vekin.

Ji talebextan re ola êzdîya îro kirine çeka sîyasî. Rojhilatnasên ermenî (G. Asatryan, V. Arakêlova û çendekên mayîn) ji ber ku naxwezin êzdîyan wek beşekî gelê kurd nas bikin, gor vê armanca sîyasî ola êzdîyan raber dikin. Li Îraqê kevnebassîyên êzdîyan û nasîyonaîstên ereban dixwezin êzdîyan bi ereban ve girê bidin. Usane lêkolîn û nasandina ola êzdîyan îro ne tenê pirseke zanîyarî, lê usan jî ya sîyasîye aktûal e.

Profêsîyonalên me divêt ol û dîroka êzdîyan ji van xêrnexwazan biparêzin.

Lê profêsîyonalê me kêmin. Xwedê bike zêde hebin, lê heta van salên dawî ez tenê Dr. Xelîlê Cindî zanim, wekî lêkolîna ol û dîroka êzdîyan kirîye karê jîyana xwe û çend berhemên hêja çap kirine.
...
Xanna Omerxalî profêsîyonal e, wê fakûlta Rojhilatnasîyê, ya Zanîngeha Sankt-Pêtêrbûrgê xwendîye (zimanzanî, îrannasî û kurdnasî), têza xwe doktorîyê li fakûlta Felsefe û Sîyasî, beşa Olnasî, ya wê zanîngehê temam kirîye. Usane Xanê derçûya dibistaneke rojhilatnasîyê, kurdnasîyê, ya lape bi nav û deng e.
...
Bi giştî pirtûka Xanna Omerxalî; “Êzdiyatî, Civak, sembol, rîtûal” berhemeke serkevtî yê û em hêvîdar Xanê di lêkolînên xwe de kurtir bibe û bi berhemên nû me şa bike.      
...
Xanna Omerxalî di pirtûka xwe de pêşnîyar, berpeyvkeke gelek giring, gelek hêja tîne ziman: standart kirina têkstên êzdîyan, ên olî û amadekirina pirtûka êzdîya ye pîroz ser bingeha wan têkstan.

Ji ber ku pirtûkên ola êzdîyan negihîştine destên me (ez bawerim ew hebûne), ew ên niha wek pirtûkên ola êzdîyan tên raberkirin (‘Kitêba Cilwe’, û ‘Meheba Reş’) ne orîgînalin, pêvîstî, lazimaya me bi pirtûka pîroz heye û ez bi dil û can piştgirîya vê pêşnîyara Xanê dikim.

Divêt di bin çavdêrîya Mîrê Êzdîxanê û Baba Şêx ji pisporên ola êzdîyan û oldarên zane komek bê hilbijartin, ku ji têkstên ola êzdîyan, (çi çap bûyî, çi ne çap bûyî), yên bingehîn bijbêrin, standart bikin û wek pirtûk çap bikin. Ew pirtûka ku divêt qewlên pîroz hilgire nav xwe, wê bibe pirtûka pîroz û ji alîyê seranser êzdîxanê ve bê pejirandin, qebûl kirin.

Tosinê Reşîd, www.netkurd.com, 19.02.2008



Kapat
UA-179024399-1