Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%20
Yeni
KARNAMEYA ARDAXŞÎRÊ KURÊ PABAG

KARNAMEYA ARDAXŞÎRÊ KURÊ PABAG

Liste Fiyatı : 150,00TL
İndirimli Fiyat : 120,00TL
Kazancınız : 30,00TL
9786255535047
363061
KARNAMEYA ARDAXŞÎRÊ KURÊ PABAG
KARNAMEYA ARDAXŞÎRÊ KURÊ PABAG
120.00

Karnameya Artaxşîrê Kurê Pabag, destnivîseke kurt e li ser damezirandina dewleta sasaniyan bi kar û çalakiyên Artaxşîrê Yekem (z. 180-242). Wisa diyar e ku destnivîsa yekem a orîjînal di salên dawî yên împaratoriya Sasan de hatiye nivîsandin û pişt re gelek caran hatiye kopîkirin û ev nusxe ji aliyê Mîhrebanê Key-Xusrew li bajarê Gujarat ê Hindistanê di sala 1322yan de hatiye nivîsandin.
Mijara vê destnivîsê şerên navxweyî yê kurdan e. Li destpêka sedsala sêyem a zayînî, ku aliyekî wan rojperest in û di sîberê dewleta Partan da xwedî pergaleke konfederalî ne; aiyê din jî, ku Ardaxşîrê yekem pêşengiya wan dike, zerdeştî ne û armanca wan ew e ku hemî desthilat û dewlemendiyan di destê yek hikumdarî de kom bikin û dewleteke navendî ava bikin, da ku bikaribin pêşî li berbelavbûna êrişkar a împaratoriya Roma ber bi Rojhilatê ve bigrin.
Nivîskarê vê beşa ku hatiye wergerandin û berdestê we ye, Darab Destur Peşotan Sancana (1857-1931), ji binemalê ve zerdeştî ye û hem rêveberê civaka zerdeştî bûye li Hindistan û hem jî mamoste û rêveber bûye li Medreseya Zerdeştî ya li Bombay. Ew wek pisporê sereke yê zimanê pehlewî yê dema xwe, di sala 1896an de cara yekem ev “Karname” ji tîpên aramî yên destnivîskî transkrîpte kiriye bo tîpên latînî û wergerandiye zimanê ingilîzî.
Hüseyin Kaytan ev metna girîng a dîrokî ji ingilîzî û pehlewî wergerande kurdî.

  • Açıklama
    • Karnameya Artaxşîrê Kurê Pabag, destnivîseke kurt e li ser damezirandina dewleta sasaniyan bi kar û çalakiyên Artaxşîrê Yekem (z. 180-242). Wisa diyar e ku destnivîsa yekem a orîjînal di salên dawî yên împaratoriya Sasan de hatiye nivîsandin û pişt re gelek caran hatiye kopîkirin û ev nusxe ji aliyê Mîhrebanê Key-Xusrew li bajarê Gujarat ê Hindistanê di sala 1322yan de hatiye nivîsandin.
      Mijara vê destnivîsê şerên navxweyî yê kurdan e. Li destpêka sedsala sêyem a zayînî, ku aliyekî wan rojperest in û di sîberê dewleta Partan da xwedî pergaleke konfederalî ne; aiyê din jî, ku Ardaxşîrê yekem pêşengiya wan dike, zerdeştî ne û armanca wan ew e ku hemî desthilat û dewlemendiyan di destê yek hikumdarî de kom bikin û dewleteke navendî ava bikin, da ku bikaribin pêşî li berbelavbûna êrişkar a împaratoriya Roma ber bi Rojhilatê ve bigrin.
      Nivîskarê vê beşa ku hatiye wergerandin û berdestê we ye, Darab Destur Peşotan Sancana (1857-1931), ji binemalê ve zerdeştî ye û hem rêveberê civaka zerdeştî bûye li Hindistan û hem jî mamoste û rêveber bûye li Medreseya Zerdeştî ya li Bombay. Ew wek pisporê sereke yê zimanê pehlewî yê dema xwe, di sala 1896an de cara yekem ev “Karname” ji tîpên aramî yên destnivîskî transkrîpte kiriye bo tîpên latînî û wergerandiye zimanê ingilîzî.
      Hüseyin Kaytan ev metna girîng a dîrokî ji ingilîzî û pehlewî wergerande kurdî.

      ISBN
      :
      9786255535047
      Boyut
      :
      13 x 19.5
      Sayfa Sayısı
      :
      64
      Basım Yeri
      :
      Berdan Matbaası - İstanbul
      Baskı
      :
      1
      Basım Tarihi
      :
      2025
      Tür
      :
      Magna Carducia
      Dili
      :
      Kurdî - Kürtçe
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat
UA-179024399-1