Sala 1959’an li Tirbespiyê hatiye dinyayê, li Qamişlo lîse xwendiye. Sala 1983’an li Zanîngeha Helebê Fakulta Endezyariyê beşê Mekanîk qedandiye. Di sala 1983’an de dest bi nivîsandinê kiriye. Gelek nivîs û çîrokên wî rojname û kovarên Armanc, Welat, Nûdem, Metîn, Stêr, Gelawêj, Peyman, Dengê Kurd, Hevgirtin û Pirs de belav bûne. Kelevajî, kitêba wî a yekemîn e.