Şemseddîn ebû’l-Ebbas Ehmed îbn Muhemmed îbn Îbrahîm îbn Ebû Bekir Îbn Xelikan li Erbîlê (Hewlêrê) çêbûye lê pêşiyên wî ji Belxê ku devereke Xorasanê ye hatine. Wî li wê derê hê ji piçûkî ve li cem bavê xwe ku zanayekî binavûdeng bûye û hinek zanayên din yên der û dorên wî xwendiye. Piştî xwendina xwe ew çûye Misrê û demekê li wê derê qazîtî kiriye û hingê jî dest bi berhema xwe ya Wefetyat el-E‘yan we Enba’u Ebnaî’l-Zeman ku ev jînenîgarî jê hatiye wergerandin, kiriye lê ew temam nekiriye. Ew ji wê derê vegeriyaye Şamê lê li wê derê nêzî deh salan jiyaneke bi rebenî jiyaye ta ku bûye serekqaziyê Şamê û pê re li amadekirina berhema xwe jî domandiye. Îbn Xelikan bi xwe xwe digihîjîne malbata Bermekiyan ku di serdema xelîfe Harûn Reşîd de çend kesan ji wan (Yehya, Xalid û Cafer Bermekî) wezîrtî kiriye. Gelek dîroknasên mîna el-Sedefî, Îbn Şakir el-Kutubî, Îbn el-Mustewfî, Îbn el-‘Edîm, el-Zerkelî, Îbn Kesîr û hinekê din wî digihînin bermekiyan lê el-Xuwansarî wî bi bernavkê el-Hekarî bi nav dike û wî digihîne kurdên Hekariyayê. Xelikan navê gundekî Erbîlê [Hewlêrê ku nêzîkî Herîrê] ye û navê xwe jî bi awayê nisbetdana kurdî ji navê kalê malbatê girtiye. Berhema Îbn Xelikan di babeta xwe ya jînenîgariyê de digel kêmasiyên xwe jî dîsa yek ji hêjatirîn û pêbawertirîn berhemên dema xwe ye.