Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

- Hevpeyvînek bi Fawaz Husên re / Lorîn. S. Doğan

- Hevpeyvînek bi Fawaz Husên re / Lorîn. S. Doğan

“Gava min dest bi nivîsandina Parîsabadê kir, ez rastî du vedîtinên mezin hatim. Min pêşî dît ku zimanê min ê zikmakî li ber dilê min şêrîntir bûye… Vedîtina din jî ewbû ku piştî ewqas sal, Amîdabad û Parîsabadê wek cêwiyan derketin.”

Nivîskar Fawaz Husên bi berhema xwe “Parîsabad” ku ji neh çîrokên di atmosfereke yekere de romanekê temam dikin, xwendevan li hestên tenêbûn û derbideriye tîr dike. “Parîsabad” ku 2010 de ji nav Weşanxane Avesta derket, berhema nivîskar ya ku di 2001 de dîsa ji nav Wweşanxane Avesta derketibû, “Amîdabad” tînê bîra me.

 Di navbera berhema te Parîsabad û Amîdabad de demeke dirêj derbas bû. Gelo çima di navbera van herdu berhemên ku rihê wan nêzî hevdu ye, ewqas dem bihûrî?

Amîdabad di sala 2001ê de derket, gava ez piştî heyşt salan di nav berf û serma û bêdengiya tarîstana Swêdê de vegeriyam Fransayê. Amîdabad bi xwe nûvekirina Siwarênêşê ye, pirtûka min a pêşîn ku di 1993an de li Stockholmê, li Weşanxaneya Welat çap bû. Min xwest wê bi Kurdiyek bêtir rûniştî û bêtir dewlemend ji nû ve bihûnim û Weşanxaneya Avestayê daxwaza dilê min bi cih anî û mala Abdullah Keskîn hezar carî ava be. Lê mixabin Amîdabada Amûdê û Amedê û ûmîdê di nav bêdengiyek tîr de winda bû û vê yekê hişt ku ez ji nivîsandina bi Kurdî pariyekî sar bibim. Ez bi xwe amade bûm ji nivîsandina Parîsabadê re ji ber ku bavê min berî çend mehan dabû ser rêya koça dawîn û min dixwest vê pirtûkê diyarî ruhê wî bikim. Min Parîsabad nenivîsand û weha jî beşên wê di dirêjahiya neh salan de di canê min de meyan û bimin re li kolan û qehwexaneyên Parîsê geriyan.

Di nav neh salên dawîn de, zimanê Fransî bû zimanê min ê nivîsandin û afirandinê. Wek di xewnên şevan de, pirtûkên min bi vî zimanê “biyanî” dan dû hev. Min bi hêsanî xwe gihand xwendevanan û ez li piraniya bajarên Fransî geriyam û gelek rojname û radiyoyên neteweyî û herêmî sînga xwe ji min re vekirin. Berî çend mehan, dîsa bi saya berpirsyarê Weşanxaneya Avestayê, min pirsa nebûna xwendevanên Kurd di ser guhê re avêt û ez li zimanê xwe yê zikmakî vegeriyam. Ez di 2010an de, piştî neh salan, li Parîsabadê vegeriyam ji ber ku, wek ku min got, ev pirtûk nameyeke ku ez ji bavê xwe re dişînim û tê de lêborînê ji wî dixwazim.

Gava min dest bi nivîsandina Parîsabadê kir, ez rastî du vedîtinên mezin hatim. Min pêşî dît ku zimanê min ê zikmakî li ber dilê min şêrîntir bûye û min bi hêsanî di nav ava wê de soba kir. Vedîtina din jî ew bû ku piştî ewqas sal, Amîdabad û Parîsabadê wek cêwiyan derketin. Ev herdu berhem nêzîkî hev derketin, ji ber ku ew herdu bi giyanê min û bi derbideriyê û bi hezkirina min ya ji bavê min re girêdayî ne. Wek ku ez dinivîsên xwe de du gîsin û deh gîsin dikim, erê gewdê min li kêleka Çemê Seinê, li Parîsê, li paytextê Fransayê ye, hişê min bi xwe herdem di nav darên henar û hejîrên tozgirtî ên hewşên malên Amûdiyan de diçêre û ji çîrokên wan têr dibe. Parîs wek gewendeyekê ye ku xwe dide her kesî û ne malê tukesîye. Lê zaroktiya min li Amûdê welatê min e û kesek nikare vîwelatî ji min bistîne. Belê, ez dubare dikim û dibêjim ku li bajarê Parîsê, bîranînên min wek libên tezbîhek kehreban di destê deqandî yê kalemêrekî de didin dû hev. Li Porte des Lilasê, ez hem hespekî textînî me, hem jî ew lawikê ku lê siwar bûye. Ji bîst û pênc salan ve ku ez ji deşta Mêrdînê dûr ketime, ez bawer dikim ku hespê min bi çargavê dinyayê li bin guhê hev dixîne, lê ew bi rastî di cihê xwe de dimîne û di defa sînga Amûdê de diçe xwarê. Ez bawer dikim ku ez li Parîsê me, li paytextê Fransayê, lê ez hema erd û zeviyên gundê Kurdoyê dipîvim û xwe ji serê girê wî digindirînim. Erê ez li kêleka Çemê Seinê dijîm, lê ez bi roj û şevan dikevim çemê zaroktiya xwe û ez di hembêza bavê xwe de ajne û sobahiyê dikim.

 

Di Parîsabad de leheng, di navbera rastî û xeyalê de tenêtiyeke bi dijwarî dijî. Ev tenêtiya ku mirovên biyanî li Ewrupa bêhtir dijîn, li ser berhemdariya nivîskarekî bandoreke çawa dihêle?

Ez di jiyana xwe ya rojane de sînorekî berbiçav di navbera rastî û xeyalê de nabînim. Gelek caran, gava ez di metroyê an di kolanên Parîsê de li dora xwe dinihêrim, kesên “rastîn” ji min re wek reşikên şevê û ne “rastîn” xuya dikin. Ez nizanim çima, lê ji roja ku ez xwe dinasim, ez xwe bitenê dibînim û pêwendiyên xwe bi derve re pêwendiyine pûç û seqet dibînim. Ev tenêtî ne bi jiyana min a di civatên Ewropayê yên sar û kesên wan ên xweperest ve girêdayî ye. Gava ez vedigerim Amûdê jî û ez kesên wê yên westiyayî û şûşeyên dilên şikestî û çemê gelekî miçiqî û sînemeya pir şewitî dibînim, ev hîsa tenêtiyê dîsa li ba min xurt e. Tenêtî sehekî pir wefadar e û ez wê ji zaroktiya xwe ya li gund nasdikim. Ezçiqas keviran davêjim e da ku ew ji dû min vegere ber deriyê hewşê, lê ew hema li bajarên Ewropayî bi min re digere û hezkirina xwe ji min re dubare û berceste dike.

Xortanî destek ji hesin di lepikek ji qedîfe de ye. Ew li deriyên xwestekan dixe û wan yeko yeko vedike. Gava sal gîsinên xwe dicanê min de bêtir berdidin xwarê, tenêtî bêtir hezkirina xwe jimin re diyar dike. Lê tenêtî ne tiştekî naxwoş e, ew satila afirandinê ye û berhem di nava wê de dimeyin. Tenêtî ji bo min hem derd e, hem derman e. Bi saya wê, ez ji kûrahiya herî reş rohniya herî xurt û hîsên herî tenik derdixînim û sînorên mirinê belawela dikim.

Weke ku di Parîsabad de jî cî girtiye, bîranîn û çîrokên zaroktiyê yên ku leheng bi xwe re birine welatekî biyan bela xwe jê venakin. Ev yeka ku gelek kesên penaber li welatên Ewrupa dijîn, bi ya te çi encaman li dû xwe dihêle?

Mirov dikare li ser axa kal û bavan hemû temenê xwe bijî lê dîsa jî xwe hergav derbider û biyanî bibîne. Ev pirsa wicûdî wek insan kevn e. Lê ger ez behsa xwe bikim, ma ez ê çawan di bîst û pênc saliya xwe de ji Amûdê derkevim bêyî ku ev Amûd di xwîna min de neherike û bi xurtî têkelî jiyana min a rojane nebe? Ez ji serpêhatiya xwe û ya kesên din jî dizanim ku gava mirov piştî bîst û pênc salan vegere ser axa kal û bavan, ew birastî venagere tu derê. Mirov nikare du caran di eynî çemî de sobayê bike ji ber ku av nema ew av e û mirov bi xwe jî dibe mirovekî din.

Belê, roj û salên Parîsê hergav min vedigerînin roj û salen zaroktiya dilrevîn. Li Parîsê, hişê min wek firendeyeke efsanî baskên xwe li hev dixîne û di çend kêlîkan de min vedigerîne Amûdê, kêleka çemê miçiqî û sînemeya şewitî û helbet, nav kêfxweşiyên bê payan. Pelên spî û ekrana kemputerê ji min re şemitoke ne û ew toreyan bi serê min tînin. Hema ez li Parîsêd u gavan davêjim, ez li ser qeşemê dişemitim û da ku derek min neşike, ez xwe bi dîwarên xaniyên Amûdê digrim.

 

Lê wek nivîskar, tiştê herî girîng ji bo min ne çîrokên zarotiyê an bîranînên min in. Tiştê girîngtir ew e ez ê çawan vê zaroktiyê û van bîranînan bi heyvanê ruhê xwe bimalînim û ez ê çawan vê serpêhatiyê bi dengê xwe û ne bi dengên kesêndin, vebêjim.

Tu weke nivîskar hem bi zimanê Fransî, hem bi zimanê Kurdî dinvîsînî. Gelo taybetiyên nivîsandina bi zimanê dayîkê, ji zimanê duyemîn çine?

Rewşa me Kurdan ji rewşa hemû nivîskarên cîhanê cuda û cihêwaz e: zimanê me yê zikmakî ne zimanê xwendin û nivîsandin û destgehên desthilatê ye. Tenê Kurdên Îraqê dikarin bi Kurdî li malên xwe bipeyivin û li zankoyan jî bi Kurdî xwendina xwe bidomînin. Ez helbet serbilind im ku ez bi zimanê Erebî dizanim û ez vî zimanî wek dewlemendiyek bêhempa dibînim, lê belkî ji ber vê “nakokiyê” min zimanekî din, zimanê Fransî, ji xwe re hilbijart û min ew di şûna Erebî de jixwe re kir zimanê wêje û afirandinê. Çîroka min û zimanê Fransî jî yek ji çîrokên işq û êvînê ye. Min ji zaroktiya xwe ve ji vî zimanî pir hez kir û ev hezkirin li bajarê Helebê, li beşa wêje û bajarvaniya Fransî, xurtir bû. Gava ez di bîst û heyştê meha heyştan ji salan hezar û neh sed û heftê û heyştan de gihaştim Parîsê, hîsek li ba min çêbû ku ez ji nû vedihatim dinyayê.

 

Bi rastî, ji bo min ne girîng e ku nivîskarê Kurd bi zimanê Kurdî an bi zimanekî din dinivîse. Tiştê girîngtir ew e gelo ew berhemên bilind diafirîne an na. Ziman wek otomobîlekê ye, mirov lê siwar dibe da ku xwe bigihîne cîhera xwe û belkî jî xwe bigihîne armanca xwe. Eger Kurdiya yekî ji me qels be û zimanekî wî yê din xurtir û berfirehtir hebe, ew ê çêtir be ku ew bi wî zimanê din binivîse û dev ji Kurdiya xwe ya jihevketî berde. Paşê, eger berhem xurt be, ew ê bi hêsanî bibe Kurdî û hemû zimanên cîhanê.

 Lê ji ber ku zimanê Kurdî di xetera nebedîbûnê de ye, nivîskarê Kurd gerek bizanibe jî ku Kurdiya qels ne qedera wî ye. Her yek jime bi saya viyanek xurt dikare anuha zimanê xwe dewlemend û paqij bike û di nav ava wî de sobayê bi hêsanî û bi kêfxweşî bike. Ez ê tucarî ji nivîskarekî wek Yaşar Kemal re nebêjim çima ew bi Tirkî dinvîse an ji Selîm Berekat re çima ew bi Erebî dinvîse. Ez dizanim ku, bi Kurdiya xwe, ew herdû nikarin berhemên weha giranbuha wek berhemên wan bi Tirkî û bi Erebî biafirînin.

Gava ez dinivîsim, herdû zimanên min, wek du çirayên di tariya şevê de pêketî, bi hev re dikin pistepist û ew rê nîşanî min didin. Sînorekî diyar di navbera Kurdiya min û Fransiya min de tune û ji bo min ne girîng e ez bi çi zimanî dinivîsim ji ber ku zimanê din herdem hazir e. Eger ez bi Fransî binivîsim, Kurdiya min bêyî destûr û bêyî silav tê û çavê xwe li kolan ûq ehwexaneyên Parîsê digerîne. Eger ez bi Kurdî binivîsim, hemû taybetmendiyên edebiyata Fransî bêyî ku pêlavên xwe ji nigên xwe bikin dikevin hundir û ew xwe li ser kulav û berrên rengareng diperixînin. Hebûna van herdû zimanan di giyanê min de ne nakokîye. Ew dewlemendiyeke bê payan e.

 

Bi raya te îro çima edebiyata Kurdî, di nav edebiyata dinyayê de hino hino ciyekî xwe peyde nake?

Berî her tiştî, edebiyata Kurdî di nav edebiyata dinyayê de cîhekî xwe peyda nake ji ber ku di nav Kurdan bi xwe de jî wê cîhê xwe nedîtiye. Pirtûka Kurdî li ber deriyên girtî wek parsekekî ye û rêwiyên kolanan bi çavekî piçûk lê dinihêrin. Nivîskar di gelek civatên Kurdan de wek tiralekî qeşmer an jî qeşmerekî tiral tê dîtin. Ma çend kes di nav me Kurdan de dikarin bi rastî rahêjin pirtûkeke Kurdî û bi kêfxweşî bikevin ser sînga wê wek gava mirovekî xwire dikeve ser kîlok kebab an mesefek kutlik? Her yek ji me Kurdan gelo çiqas wextê xwe an pereyên xwe dide pirtûkan an çûyîna mûzexane û pêşangehan? Min ne bawer e ku hejmara me wek ya Fransiyan an Swêdiyan pir bilind be.

Duyem, edebiyatê hêj cihê xwe di nav civata me de nedîtiye ji ber ku rewşa me hêj destûrê nade vê yeke. Gerek em ji vê rastiyê nerevin ku gava Kurd li deriyên Ewropayê dixin, ew bêtir ji berbirçîbûnê û zordariyê diterqin û ne hêsan e ku ew di çend salan de bibin wek Fransiyan û xwediyên jiyanek saxlem û misoger. Edebiyat zû bi zû cihê xwe di mêjiyên mirovan de nakole û nabe bingehek ji bingehên jiyan û viyana wan. Em hêj dûrî dinya edebiyat û wêjeyê ne, lê bi buhurîna salan ve, ev rewş ber bibaşbûne ve diçe. Sêyem, edebiyata Kurdî cîhekî xwe di nav edebiyata cîhanî de peyda nake ji ber ku nivîskarên Kurd li gor pîvanên welatên Ewropayî û Emrîkayî nanivîsin. Berhemên me piraniya caran navçeyî ne û gelek caran jî, nivîskarên me dibin zirneyên partiyên siyasî û berdevkên nakokiyên herêmî. Edebiyata ku biqîre “bijî filankes, bimire bêvankes” û bi hêsanî rûpelan reş bike edebiyatek erzan e û ew nikare cihê xwe di nava edebiyata cîhanî de bibîne. Pirsa teknîkên nivîsandinê û hunera ristinê û pirsa nûjenkirinê di warê afirandina wêjeyî de dimînin pirsên serekîn.

 

Parîsabad hem weke neh çîrokan tê xwendin, hem jî ji ber lehengê hemû çîrokan yek lehenge, weke romaneke jî tê xwendin. Gelo tu ye vê şêweye bidomîne?

Çi Parîsabad be, çi Amîdabad be, çi nivîsên minên bi zimanê Fransî bin, ez herdem wan wek kurteçîrokan dihûnim. Paşê, ez ji wan kurteçîrokan dixwazim ku ew bi hev re bibin yek û wek neynikeke bê derz rastiya mirovên şikestî li ber çavan pehn bikin. Tiştekî din, ez dixwazim ku her kurteçîroke min wek helbestekê bê xwendin. Gelo ez di vî warî de bi ser dikevim anna? Ez nikarim bersîva vê yekê bidim, lê tiştê ku ez ji gotin û hevokan dixwazim ev in.

Di Parîsabadê de, Roznameya Nû, Hinarên Bêrîkirinê, Xaça Poşmaniyê, Derdê Dûriyê, Jina Dayîreya Bêkaran, Kîsêbirincê, Awaza Awazan, Xwedayê Bi Tenê û Vegera Kozê, kurteçîrokin serbixwe ne, lê ger ez van navan rakim, Parîsabad wek xwe dimîne. Ew wek romanekê tê xwendin ji ber ku lehengê min ew leheng e, psîkolociya wî ew psîkolocî ye û derd û dermanên wî ew derd û derman in. Belê ez dixwazim bi vê şêweyê bidomînim, lê ez wek herkesî tême guhertin û bandora nivîskar û bûyeran li min heye.

Niha li ber destê te xebateke ku bi Kurdî wê bê weşandin heye?

Dinya giş li ber destê min e lê ez dibînim çawan sal wek mişkên tirsonek ji ber min bazdidin û xwe berdidin qulên nebedîbûnê. Ez dixwazim piraniya nivîskarên Fransî wergerînim zimanê Kurdî û pirtûkxaneya Kurdî dewlemend bikim, lê ka wextû ka xwendevan? Ez dixwazim ji gelek nivîskarên Kurd wergerînim zimanê Fransî, lê dîsa ka wext û kîjan weşanxeneya Fransî ê bixwaze van nivîskaran biweşîne? Diasporaya Kurdî li Ewropayê nexurt e wek diasporaya Cihû û Ereb û Îranî û Tirkî da ku ew berhemên Kurdî bi xurtî daxîne meydanê. Lê wek ku berê min got, guhertinek heye, ew piçûk e lê ew guhertin e û mistek hêvîye. Di van salên dawîn de, Ewropa hin bi hin dizane Kurd kî ne û derd û daxwazên wan çi ne. Gava ji min tê pirsîn çend zarokên min hene, ez dibêjim ku zaroka min a herî mezin keçek hîjdeh salî ye, li Stockholmê, bidiya xwe ya Swêdî re dijî, lê paşê, çardeh keç û lawên min ên din jî hene. Ew berhemên min bi xwe ne û pirtûkên ku min ji Fransî kirine Kurdî an ji Kurdî kirine Fransî. Belê, ez ji berhemên xwe wek ji zarokên xwe hez dikim û ez wan di dergûşa dilê xwe de bi şev û rojan dilorînim. Qesir û qonaxên min li Ewropayê tunene û Mêrsêdês an Volvoyên sor an reş li berderiyê xaniyê min ê bikirê ne sekinî ne, lê ez dewlemend im. Ez dewlemend im bi saya vê jiyana tije tenêtî û baran û serma. Ez dewlemend im ji ber ku ev jiyan bi xewnên buhuştî dagirtî ye û bi bişkojên hêviyê xemilandî ye. Ji bo vê hevpeyvîne ez spas dikim.

Ez jî spas dikim.

Hevpeyvîn: Lorîn S. Dogan, Netkurd



Kapat
UA-179024399-1