Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

- Fatma Savci: “Êşên welatekî bi xwe re digirim” / Cemîl Oğuz

Fatma Savci: “Êşên welatekî bi xwe re digirim” / Cemîl Oğuz

Pirtûka helbestan a Fatma Savci bi navê “Gulên Qasid” demek berê derket. Min xwest li ser sohbset bikim. Li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê me hev dît. Got: “Ez dizanim pirsên te çi ne û jixwe bersivên min jî amade ne. Her wisa dibe.” Min got; “Pirsên min nîn in. Emê hema wisa dest pê bikin.”, Got; “Ê de baş e” û bi vî awayî me dest bi sohbetê kir… Fermo, em bi hev re bixwînin…

Tu li Mêrdînê hatî dinyayê, ketî girtîgehê. Te li girtîgehê te dest bi helbestê kir?
Na. Min berî girtîgehê dest bi helbestê kir. Hevalekî min birîndar bûbû, şehîd ket, pêşî min li ser wî nivîsî.
Li girtîgehê min pêdivî pê dît bi gelek rêbazan tiştan binivîsin. Yek ji wan helbest bû lê min çîrok jî nivîsî. Car caran min rojane girt, heta demekê min girt. Heta dema ku li girtîgehê rojnivîsa min hat şewitandin. Ewlekariya me nîn bû, hevalan biryar stand, ew rojnivîs berhev kirin û qetandin, şewitandin. Mixabin dema şer bû, êrîş gelek li ser me bûn, hevalan rojnivîska hemû hevalan berhev kirin û tune kirin. Min nedîtin çawa kirin, baş bû min nedîtin, lê çûn hemû. Piştî vê ez êdî ji wan qut bûm, min got rojnivîs bes e û min helbest dom kir, min pexşan jî nivîsîn.

Helbestên we berhev nekirin?
Na, tenê rojnivîs berhev kirin. Di nav hin rojnivîsan de helbest jî hebûn ew jî çûn.

Di helbestên te de zêde mirin heye. Gelo em vê çawa şirove bikin?
Mirinê gelek ez êşandime. Ji ber ku dostên min, hevalên min, ên ku min ji wan hez dikir ew ji min cuda bûn, hinceta cudabûnê mirin bû. Lewma ez ji mirinê gelek êşiya me. Sedem ev e. Ne tiştekî din... Bêşik negihîştin, cudabûn jî heye di helbestan de.

Di helbestekê de tu dibêjî: “Ji temenê pirpirikekê kintir bûye evîn” Bi rastî tu wisa difikirî?
Tiştên di vê dawiyê de têne jiyan pirsgirêkên hemû çaxî ne. Ez naxwazim li ser evînê mezin biaxivim, ji ber ku her kes gotinên mezin dike li ser evînê, wekî wateyên mezin wateyê didin. Lê rastiya jiyanê ne wisa ye. Ez bi xwe ji evînên serdema navîn bawer im. Dibe ku ji ber ku min ew xwendine, dibe ku di dema şerê giran de evînên ku negihîştine hev min dîtine, min ew bi xwe re mezin kirine. Ji bo vê yekê evînên dema niha, ji min re gelekî ji ser de, basît dixuyin û helbet emir (temen) kin in. Di wateya evînên niha de kûrbûn tune. Dema ez li der û dora xwe dinêrim, ew jiyana ku min nas kir, wisa ye. Ev sê sal in ez derketime, ez çavdêriya xwe ya heyatê dinivîsim. Çavdêriya min a bingehîn ev e ku evînên niha temenkurt in. Jiyana mirov, hestên mirov, buhaya wan kêm bûye, yan jî nemaye. Dibe ku hin cuda bin, evînên mezin bijîn, lê ez rast nehatim. Çavdêriya min ev e. Ez nabêjim îdîaya min a mezin ev e, dinya wisa ye, tiştê min dîtiye ev e. Ez jiyanê dibêjim di guhê lênûska xwe de. Ez xeyalên xwe yên şikestî, tiştên ku min nedîtin dibêjim. Ev ne teoriyeke, tenê dîtinek e.

Tu dibêjî ‘Ez ji evînên serdema navîn bawer im.’ Ma mimkûn e mirov evînên serdema navîn di serdema teknolojiyê de bijî?
Tu di warê teorîk de bibêjî dê gelek bê giftûgokirin, dê gelek fikrên cihê bêne gotin. Lê ez li tiştekî wisa digerim. Dibe ku karibim bikim, dibe ku nikarim bikim. Ez li tiştekî wisa digerim, li derveyî vê jiyan giran e. Wateya evînê, her wiha ya jiyanê tune ye. Tenê ez lê nagerim, ez dixwazim di nav jiyanê de hebe, lê dibe ku tişt ji dest civakê revîbin, êdî nikaribin bigihîjin. Di vê serdemê de mixabin bi buhayekî jiyan jî tê kirîn, dil jî tê kirîn. Ez di zanebûna vê dijwariya mezin de me.

Di helbestê de gotinên herêmî tu bikar tînî...
Belê.

Li gor te gotin û zimanê herêmî di helbestê de divê heta ku bê bikaranîn?
Helbestvanek ji çi bandor bibe, dê binivîse. Ji çi bandor dibe, çi hîs dike, çi wê/î dike nav tevgerê ku dikare binivîse. Yê min gelek bîranînên min in, peyvên herêmî ne ku carinan min dehf didin, dikin ku ez helbestekê binivîsim. Gotineke herêmî, hêmayeke ku di serê min de... Ji ber ku ev ji zarokatiya min, ji paşeroja min tê, ji çanda ku min jiyaye tê. Û ew gotin min dixin tevgerê. Hêzeke jiyana ku min jiyaye di vê helbestê de heye. Helbet helbestvan kesek gerdûnî ye, divê ku xîtabî giştiyan bike, ji ber ku ew hest û jiyana mirovatiyê temsîl dike. Loma gere zimanê xwe hin bi hin dewlemend bike. Ez nabêjim bila helbestvan xwe di zimanê herêmî de bixeniqîne. Gere dewlemend bike û hin bi hin ber bi zimaneke giştî, ku tu dixwazî bibêje zimanê standard, dixwazî bêje zimanê neteweyî, tu dixwazî bibêje yê cîhanî, gere wisa biçe. Xwezî min bikariba bi hemû zimanên alemê binivîsanda, wê gelek tiştekî pîroz ba lê mixabin ez di herêmekê de jiya me û jiyan, bîranîn û hestên min li wê herêmê hatine pijandin. Ew min dixin tevgerê û ez ji vê jî gelek bextewar im. Gere mirov wê jî biparêze û bixe nav kaniya mezin.

Di nav jiyana xwe ya helbestvaniyê de te qet çav avêt nav helbestên klasîk, te ji wan sûde wergirt?
Belê, li girtîgehê, min her ber bi êvarê pirtûka Ehmedê Xanî ji xwe û hin hevalên xwe yên ku jê hez dikin re dixwend û min jê hez dikir. Wê, gelek hestên min zindî dikirin. Min Melayê Cizîrî jî Ehmedê Xanî jî gelek xwend. Helbet îmkanên me yên ku em hilbijêrin nîn bûn, tiştê li ber destên me bûn, me li wan dinêrî. Çavkaniya me kêm bû, teng bû, lê ez dikarim bibêjim her ber êvar Mem û Zîn min dixwend, ez tiyê wê bûm, li ber voltayan min dixwend. Hin hevalên ku jê hez dikirin hebûn, min ji wan re jî dixwend. Wan jî dixwest wan hestan bi min re par bikin. Ez jê aciz nebûm. Jixwe Cegerxwîn ez behsa wî nakim, pirtûkê ber serê me bû.

Te pişta xwe da helbestên klasîk, tu dixwazî pişta xwe bidê...
Ez minaqeşeya helbestê, edebiyatê naxwazim bikevim nav, lê ew paşeroja me ne, emrê civakî ne, ez çawa bêjim, em ji wê kaniyê tên, divê em wekî zincîrekê ji wê kaniyê, wekî avekê ji wê kaniyê biherikin, lê dibe ku awa û tarz cuda be. Dibe ku her kes awayê xwe biafirîne, bi şêwazê xwe helbesteke nû biafirîne, lê belê ev teqez bingehê me be, em ji wan sûde wergirin, em bi wan bizanibin ji ber ku em li ser wan emrê xwe dirêj dikin. Em ser wê giyana xwe kûr dikin. Eger ez rastiya jiyana civakî ya Kurd nizanim, ezê nebim helbestvaneke Kurd, ezê bibim tiştekî din. Ger ez bi helbesta klasîk nizanibim, ezê nikaribim bibim helbestvaneke Kurdewarî. Ez bi xwe jî di vê de xwe kêm dibînim. Pêdiviya min bi bingeheke kûrtir heye. Li girtîgehê îmkan kêm bûn, ez li 8 girtîgehan geriyam, her ku diçûm çavkaniyên min jî kêm dibûn. Niha li derve ez dixwazim ser bixebitim, û gelek caran ez fedî dikim bibêjim ez kêm im di vî warî de.

Gotinên pêşiyan tu dizanî?
Bîra min gelek kêm e. Ez nizanim ji ber çi ye. Hinek dibêjin ji ber girtîgehê ye, lê zindan be jî ez naxwazim neheqî lê bikim ji ber ku berê jî bîra min gelek kêm bû. Dema ez çûm cem dersa Quranê gerek min ji ber bikira, lê min nikarî ji ber bikim, ez herf bi herf hîn bûm. Gelek tişt ne di bîra min de ne. Helbestê min jî ne di bîra min de ne, mixabin.

Ma ji bo helbestvanekî/e gotinên pêşiyan ne girîng in?
Helbet, jixwe ji bo vê yekê ez xwe kêm dibînim. Mixabin ez di vî warî de xwe kêm dibînim. Ne tenê gotinên pêşiyan, biwêj in, henek in, beyt in, payizok in. Ev hemû çavkaniyên civaka me ne. Gerek ez van çavkaniyan di hişê xwe de hilgirim. Bes mixabin ez gelek xirab im di vî warî de.

Helbest nazik e, jin jî nazik e. Rast e?
(Gelek disekine, difirike, paşê bersivê dide) Hin mêr hene, ew jî nazik in. Mirov bi xwe tiştekî nazik e. Rast e, mêr bêhtir ji hestan dûr bûye ev rastiya civakî ye. Hin helbestvanên Kurdan, ên cîhanê hene ji jinan naziktir in, tiştên kitekit dibînin. Lê rastiyeke heye mêr ji hestan dûr ketine, her kes vê rastiyê dipejirîne û ez jî dipejirînim. Ji ber ku ez li girtîgehê bûm, em jin, me hesteke kolektîf jiya. Tê bîra min demekê di girtîgehê de me her tişt bi hev re dikir. Hevalên ku xwendin û nivîsandin nizanibû me hînê wan dikir, hestên me yek bûn. Me jî zindan jiya, hevalên xort jî dijiya. Lê ez dizanim ku me bêhtir kûr dijî. Mesela ew e ku em dema jiyanê dijîn, êşê dikişînin jin bêhtir kûr dijîn, dikişînin. Yan jî ez bêjim, jin dikare şerm neke û bêje hestên xwe. Bes mêr hem di nava xwe de înkarekê dijîn, hem jî di îfadekirinê de. Ez bêjim, jin bêhtirî nêzî êşan e.

Wê çaxê ez wisa bipirsim: Her jin dikare helbestê binivîse?
Helbet na, min nexwest vê bibêjim. Lê her jin mesela digirî, ji zarokên xwe re lorîkan dibêje. Her jin carinan wekî krîzekê dixwaze biaxive. Ev jî hewldaneke ku hestê xwe tîne ziman. Lê mêr her car nagirî, her car naxwaze biaxive. Her car nikare ji zarokê xwe re lorikekê bibêje. Wisa. Ê min jî ez helbestê dinivîsim, ew hevalên min ên qowişê hinekan stran digotin, hinekan gelek xeber dida, hinek ji wan digiriyan, hinekan sixêf dikirin. Ev e. Dibe ji ber ku ez nagirîm dinivîsim. Belkî sixêfên min ev e, xwe îfadekirina min a jiyanê ev e. Ev jî awayek e.

Tu hindik diaxivî...
Ez gelek caran hindik diaxivim, hin caran pir diaxivim.

Tu helbest ji bo anîna ziman a êşên xwe bikar tînî. Wê çaxê, dema êşên te xelas bibin, dê helbestên te jî xelas bibin?
Ez nizanim, rojekê ez bextewar bibim belkî helbest xelas bibe. Lê xwezîka ez bextewar bibama û xwezîka helbest xelas biba. Ji ber ku ez dizanim bextewariya min ne bi kesayetiya min ve girêdayî ye. Ez îro çi li dinyayê bixwazim bigihêm ez bextewar nabim. Kesek nikare êşên min bikuje. Çimkî êşên min ne tenê ê min in. Ji ber ku ez welatekê bi xwe re digerînim, ez êşên welatekî bi xwe re digirim. Êşên ew qas hezkiriyên min ên ku çûn hildigirim. Û yên ku niha ji jiyanê mehrûm in, êşên wan hildigirim. Ez bextewariya kesî nabînim, ji ber ku ez ne kesek wîsa me, ku bikarim bi bextewariyên biçûk bijim. Lê xwezî ez bextewar bibama ku dê welatek bi min re bextewar biba, dinyayek bextewar biba, ez vê hêvî dikim.

Gelo tu zêde difirî?
Belê, carinan ez difirim, carinan ji dinyayê gelek tiştan dixwazim, carinan na, ez xwe dikujim.

Cemil Oğuz, www.diyarname.com, 16.07.2006



Kapat
UA-179024399-1