Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

- Çîrokeke edilandî: Jineke Xinanî / Hesenê Dewrêş

Çîrokeke edilandî: Jineke Xinanî

Jineke Xinanî bi navlêkirina nivîskarê wê Şêrzad Hesenî, novelek an kûrteromanek e ku bi biryareke di cî de, bi rêya weşanxaneya Avestayê ji teref Besam Mistefayî, ji soranî bo kurmanciyê hatiye wergerandinê. Ez bawer im ku wergerandina berhemên soranî an wêjeya ku li parçeyên din yên Kurdistanê ku bi tîpên erebî têne nivîsandin û em Bakûrî nikarin bixwînin, dê bibe karê weşangeriya Bakûrî yê herî bikêr.

Jineke Xinanî şevbihêrkek e ku ji teref ciwanekî di şevbihêrkê de yî di nêçîra çîroka de ye tê nivîsandin. Di gel ku ev ciwan bi xwe û Kalemêrê ku çîroka xwe ji xortan re dibêje: Apê Memo, vê şevbihêrkê bi çîrok an hîkayet binav dikin û bi têbîniya dawiya berhemê Şêrzad Hesen jî berhemê weke çîroka dirêj bi nav dike jî, dîsa li ser berga wê nizanim bê bi kîjan pîvanan roman hatiye nivîsandin.

Çîrok di şevekê de, li bajarekî Kurdistana başûr, li ser banê xaniyekî, di bin tava heyvê û çirisîna stêrkan de bi meyvexwarina qesabê kalemêr Apê Memo, lawê wî Şiwan û hevalên lawê wî Ebe û nivîskarê çîrokê, tê gotin. Çîrok bi hawayekî hostayî û modern, bi jana afirandinê a nivîskarekî, bi lêgerîna rêyên vegotinê yên mûnasîb, (û çi tesadûfek lihevhatî û belheq) bi xwesteka rê libergirtina rexneyên axlaqvanên civakî dest pê dike. Şevbihêrk bi laqirdiyan û meyvexwarinê hêdî hêdî germ dibe. Bi vê mahnê em lehengên xwe, sedema hatina wan ya ba hev, atmosfera vegotinê û sedema qalkirina vebêjerê esil: Qesabê kalemêr nas dikin.  Em dikarin vebêjerên Jineke Xinanî bi şemayeke sade wanî xêz bikin:

Vebêjerên Jineke Xinanî

Weke ku di vê şemayê de jî xwuyaye yê ku çîrokê dibêje Qesabê kalemêr e û yê ku çîroka wî dawîkê nivîsî ye jî ciwanê di şevbihêrka wî de ye. De baş e, lê Şêrzad Hesen li kuderêya vê meseleyê ye? Şêrzad Hesen kesê ku Nivîskarê Ciwan û Qesabê kalemêr afirandiye û ê ku ev pevxistin avakiriye ye an ku muhendisê Jineke Xinanîyê ye. Gelo Nivîskarê Ciwan û Şêrzad Hesen di bin bandora Qesabê kalemêr dene, yan jî Qesabê kalemêr di bin bandora wan de ye? Ku em li gor metin pê de herin, Qesabî gellekî bandor li Nivîskarê Ciwan kirî ye, jixwe ku bandor lê nekiribûna çîroka wî nedinivîsî. Lê li Şêrad Hesen? Bersiva vê pirsê niha bera hebekî bimîne. Dîsa li gor metin, tu bandoreke mezinî ku Nivîskarê Ciwan li Qesabî kiribe nexwiya ye. Li gor diyalektîka nivîsê-vegotinê, ji bo her metnî di navbera nivîskar, nivîskarê di metinî de û vebêjerên metinî hewceyî bi hevbeşiyeke li ser reddiye an teswîba hîs û ramanan divê. Jixwe ku ne wilo bûna, wê çîrok û roman ji vaz, şîret û çîrên devbikef pê ve ne tiştekî din bûna. Nivîskar, di şûna mehkûmkirin an pesinandina lehenga li pey fêmkirina wan in. Orhan Pamuk di kitaba xwe ya bi navê Saf ve Düşünceli Romancı de dibê:
Him di derheqê rêyên ku leheng pê radibinûrûdinin û tevgerên wan, em bi dadkirineke exlaqî biryaran didin, him jî ji ber awayê exlaqê lehengên wî em nivîskar didarizênin. Di romanê de yeqînên axlaqî çiravek e ku mirov nikare xwe jê xelas bike. Em ji bîr nekin ku hûnera romanê, ne bi darizandina însanan, bi fêmkirina wan, encamên herî geş dide û em pirr xwe nespêrin hêla vî aqilê xwe. (23)

Ketina Nav Hevî Civaka Qesab, Civaka Ciwanên Di Şevbihêrkê De û Civaka Roja Me

Heta ku şevbihêrk germ û sohbet tîr dibe bi meselokên miraqşiyarker ciyê meseleya mezin, ku nivîskarê hevalê lawê Memo li dû ye, tê çêkirin. Bi meselokên beriya derba mezin (çîroka dirankişandina Leylayê), em hin rengê civaka ku tê de dijîn jî nas dikin; a rastir, rengên civaka ciwaniya Memoyê qesab, ku çîroka wî jî piştî sî salî mêvanê wî yî ciwan ji me re qal dike. Apê Memo wê civakê wiha terîf dike?


Ger herdu destên jinekê bi rûtî yan gûzeka herdu piyên wê derketa, oho cejna hemû mêrên wê navê bû. Çi mêrên birçî û çavlider hebûna, dilê wan hildiweşiya. Rast e, ji Xwedêtirs zehf bûn, lê piraniya me di qedeheke avê de melevanî dikirin[….]. Heya şeva perdeyê, te nedizanî bûk çi reng e, tu û nesîbê xwe![….] Bi rastî wiha bû. Carna dibû ji dêlva bûkê xwişka wê ya mezin li zava bar dikirin bêyî ku bizanibe jî. (30)

Mirov dikare di derheqê civaka ciwaniya Qesabê kalemêr, civaka di rojên ku ev şevbihêrk li dar ketiye û civaka ku îro Şêrzad Hesen û em tev de tê de dijîn jî bi şemayekê terîf bike:

Şemaya tarîfkirinê

Di navbera van civakan de tiştên ku hatine guhertin jî hene û ên ku hîna di ciyê xwe de ne jî hene, hêlên van civakan yên hevbeş û rengên wan yên ji hev cihê jî hene. Hin tişt dibe ku di van cîvakan hemûyan an di diduyan ji wan an jî di hersêyan de jî hebin an tune bin. Jixwe Apê Memo; “Welle hûn bi namûs in. Gellekî bi min ecêb tê ku vêga dibînim keç û jin nîvtazî ne û hûn jî giran û aram li wan dinêrin, balkêş e hûn xwe navêjin ser wan” (31) bi van gotinên xwe rê me dide ku gellek guhertin di civaka xortaniya wî û roja ku van gotinan ji ciwanan re dike çê bûne û civaka me ya îro jî jixwe li ber çavan e.

Ez bawer im ku wê ew atmosfera ku Apê Memo qal dike ji gellekên me re nas bê û gellek çîrokên bi meseleyên di vî rengî de ku me lê guhdarî kirine, wê di çala bîra me de serî hildin û qelebalixiyê bikin.  Ku meseleyên serhildêr di bîra me de peyde nebin jî, bihêlin, hewceyî bi wan nîn e jixwe; civaka ciwaniya Qesabê Kalemêr ev civak e, bajar ew bajar e, demûdewran ewê ku tê vegotin e. Em mecbûr in ku pê bawer bin û tu heq û hiqûq, teorî û pîvanên edebiyatê, hetta ên dîrokê, felsefeyê û sosyolojiyê destûrê nadin me ku em wî derewkar derxin.

Di bin Siya Kîjan Teoriyên Rexneyî Berhem Dikare Bighê Wateyekê
Weke ku gellekên me (kesên ku bi xwendin û nivîsandinê dadikevin) dizanin ku pirr awayên xwendinê hene. Xwendinên psîkolojîk, ên sosyolojîk, Marksîst, feminîst, ekolojîst, post-kolonyal hwd. ji bo biwatekirina metnekî dikarin rê ya meriv rohnî bikin. Lê her metin ji bo tetbîqkirina her teoriyê ne misaîd e, a rasttir meriv nikare bi çeplê tekstan bigre û wan bajo ber şûrên teoriyekê. Em mecbûr in ku ji amûrên di tekstê de derkevine rê û şirove û jêderên xwe bi wan rêk û pêk bikin. Bera ev gotina min neyê wateya ku dinya li dervê metin, jiyan û serpêhatiyên nivîskar bêne paşgûh kirin.  Ku em karibin peyvendekê di navbera wan de deynin, wê gotinên me bi kêrî fahmkirina tiştekî bên.

Şêrzad Hesen di vê berhemê de rexneyeke îronîk û tûj li hin têkiliyên civakê dike. Civakek ku ne jin ne jî mêr tê de dikarin hestên xwe bijîn, civakek ku jinê wê ji teref mêran ve hatine hepis kirin û bi tenê li zikakên bajarên wê hew mêr dikarin bi dilê xwe bigerin. Mêrên vê civakê ji ber hepiskirina jinan, xwe jî li kolanan hepis kirine û di lêgerînên reva ji hevsa xwe de ne ber bi hevsa jinan de. Di vê civakê de Jin terîfa mêran e; bê ziman e, bê mal e, bê hest e, mihtac e, mêr bê çi “jin” ew e.

Zilamê vê civakê dema çav li “jineke azad” dikeve (Memo nemisilmanbûn û erebbûna Leylayê dawîkê fêm dike, tesîr tesîra cil û berg û tevgerê ye), ji cilên xwe, ji karên xwe hetta ji bajarên xwe fedî dike. Dikare ji bo dîtina wê here diranê xwe yî spîsax ji kokê de rake û diranên din jî li dû wê feda bike. Jinên wan zilaman li malê li bendî wan in, dest ji xwezaya însanetiya xwe berdane, bi terîfa zilêm bûne “bermalî”.  Belê jin li ber malê ne, ji ber wê jî mêr li kolanan û sûkan çavbirçî, bi xweziya derketina ji vê dafikê di nêçîrê de ne.

Gotinên ku Şêrzad Hesen bi Qesabê kalemêr dide gotin (“ Ji wan keçan jî hez dikim ku hisabê min bi tiştekî nakin” (17), “ Em mêr ji tuxmekî hov in […]Ewqasî bêhiş û mêjî ne, jin ne ji tuxmê me ne, mirovine din in” (40), “Ez qenc zanim ku ne zilamekî baş û hêsan im. Xeyala min, xûyên min xirab in. Dizanim ku cîhê min ne bihuşt e.[…] Dilekî min ê hîç û qehpe heye” (52) hwd.), û xêzkirina nakokî û rebeniya wî, rê me dide ku tîpolojiyên mîna Qesabê kalemêr bandor li Şêrzad Hesenî kirine, gellekî bala wî kişandiye û Şêrzad têr henekê xwe bi vê tîpolojiyê kiriye, lê ew fêm jî kirine. Ez bawer im ku tu kesê ev berhem xwendiye, xweziya xwe bi Qesabê kalemêr neaniye, li dijî wê; Qesabê kalemêr ya ew pirr qeherandiye yan jî gellekî ew kenandiye, îdealîzekirin ku hebe dijî tîpolojiya Qesabî ye.

Pevxistin Bi Dizî Dikeve Nav Rastiyê

Di heman berhemê de Orhan Pamuk qala, ji teref xwendevên ve tevlîhevkirina  jiyana nivîskaran û lehengên wan dike. Dibê hevalekî min yê profesor yê ku car caran em li ser van meseleyan dipeyivîn hebû. Em bi hev re li Nişantaşıyê, li kûçeyên ku romana min lê derbas dibû dimeşiyan. Min gazinên xwe yên, di derheqê piştî derketina romana min Masumiyet Müzesi yê de, ku gellek kesan ji min dipirsî “Gelo tu Kemalî Orhan beg?” jê re digo (Kemal lehengek e di vê romana wî de). Em li zikakên Nişantaşıyê dimeşiyan û li ser teksta Foucault “Nivîskar Çi ye?”, têgînên xwendekarê îdeal û xwendekarê ku tê îma kirin dipeyivîn, me Umberto Eco bi bîr dianî. Me gilî û gazinên xwe bi hev dikirin. Hevalê min yê kevn, li Mizgefta Teşvikiyeyê li ber deriyê apartmanekê sekinî. Ez jî bi wî re sekinîm, bi çavên tije pirs min lê nêrî.
“ Min go qey tê herî malê” ji min re got.
“ Ezê herim malê, lê ma mala min ne li vir e…” min got.
“Tu berra dibê?” go hevalê min yê profesor. “Ji romana te min fêm kir ku lehengê te Kemal bi diya xwe re li vir dima” go bi bişirandina bi şaşiya xwe re. “Herhal wextê ku min dixwend bêhayê xwe ezê fikirî bim ku te û diya xwe jî bar kiribe vê derê…” (37)

Dafikên ku Şêrzad Hesen di nav çîrokê de danîne wisa xwiya ye ku gellekî hêjan in. Vebêjerê me Nivîskarê ciwan dibê: “Her tiştê ku vedibêjim bi derew û rastiyê, bi heqîqet, xeyal û xweziyên dilê min tije ye” (16). Belê tekst 72 rûpel e (ku em rûpelên di serî ên vala hisab nekin), hebekî kin e, lê ji bo psîkolojiyê, femînizmê û naratolojiyê têra xwe amûran vedihevîne.

Hesenê Dewrêş, www.kulturname.com, 12.04.2012



Kapat
UA-179024399-1