Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

ÇERKEZÊ REŞ - Şa’ir, fîlolog, akademisyen, siyasetmedar, wergêr û rojnamevanê mezin di
25ê Tebaxa sala 1955an li maleke êzdî, bajarê Êçmiyadzînê, Ermenistana Sovyêtê ji diya
xwe bû. Fakûlteya Fîlologiyê (Zimanzanî) ya Înstîtûta Pêdagogiyê (Xaçatûr Abovyan) di sala
1977an de kutah kir, û pey re di heman fakûlteyê de bû asîstant û mastera xwe di sala
1980yî de bir serî. Di sala 1984an de doktoraya xwe bi şêwirmendiya Prof. Heciyê Cindî
parast û bû akademîkê beşa Zimanê û Edebiyata Ermeniyan, paşê jî di şaxa heman Înstîtûtê
ya li bajarê Gorîsê de bû serkar (midur).
Di salên 1990-92 de li zanîngeha Davît Anhaxt ya Yêrêvanê bingehê beşa Kurdolojiyê danî,

û paşê di salên 1993-97 de li zanîngeha Dostaniya Gelan a Moskowê dersên ziman û edebi-
yata kurdî da kesên ku paşdemê de bûn kurdzan. Wî bi salan cîgiritiya Şêwra Ronakbîrên

Kurd ên Ermenîstanê û serokatiya Rêxistina Xwendekarên Kurd (RO) kiriye.
Bi tevî xebatên xwe yên akademîk, welathizê kûrfikir wisa jî berpirsiyariya kovara polîtîk
Kurdistan Raport ya ku li Moskowê bi rûsî, û rojnamayên Welatê Rojê (Mezopotamiya),
Sîncar, Botan ên ku li Yêrêvanê bi zimanê kurdî û ermenî derdiketin, kiriye. Navbera salên
1997-2007an de serokatiya komeleya Kurdistan Komîteyê kir.
Akademîk û edebiyatzanê talant di 20ê Adara sala 2008an de çû ser heqiya xwe.
Di arşîva şairê mezin de gelek şiêr, gotarên edebî, rexneyî û zanistî hene ku heta niha
nehatine çapkirin.
ÇEND BERHEMÊN WÎ:
Veçêkirina Zargotina Kurdan di Edebiyaa Ermeniyan a Sovyêtê de, Yêrêvan, 1980,
(lêkolîn, bi ermenî)
Dupa Eşqê Qîza Şivîn, Yêrêvan, 1975, (şiêr, bi kurmancî)
Diyarbûna Jiyana Gelê Kurd di nava Edebiyata Ermenî de, Yêrêvan, 1984, ( bi ermenî)
Şorişa Xebera, Yêrêvan, 1986, (şiêr, bi kurmancî)
Rol û Rasteqîniya Êzdiyatiyê li Kurdistanê, Yêrêvan, 1998 (lêkolîn, bi ermenî)
Mem û Zîn - Ehmedê Xanî, Yêrêvan, 2009 (tercime, bi ermenî)
Janra Çarxetan (Çarîn) di nav Edebiyata Ermeniyan de, (gotar, bir ermenî)
Poêtîka û Êstêtîka (Bedewnivîsar) Kurdan ya Sedsalên Navîn, (gotar, bi ermenî)
Rêyên Dîroka Edebiyata Kurdî, (gotar, bi ermenî)
Çavkaniyên Ermeniyan Derheqa Kurdan û Kurdistanê da, (gotar, bi ermenî)
Edebiyata Kurdan ya ji bo Zaran, (gotar, bi ermenî)
Cegerxwîn Derheqa Êzdî û Êzdîtiyê de, (gotar, bi tevî Têmûrê Xelîl)

Çerkezê Reş - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1