BÎRA BIRÎNÊ
Mijar û bacgrounda şi’rên kitêba sêyamîn a Fatma Savci “Bîra Birînê“ de bi giştî Heskîf e.
Beşeş ji şi’ra “Çemê xewnê“.
Gere te ji bîr nekiribaya ku em ê li her derê xerîb bin.
xem nake.
belkî em di xewna şevê de
li beharekê
liqayî siwariyê berê werin
ew çîrokên li dûr
xeyalên kûr bikin paşila me...
piştî siwariyan
genim bide newqa me,
em milek şoqila çûkan bidin hev
beybûn li cil û rûyê me vedin...
ji destên te, bîna kevzê tê, tu ji kîjan çemê xewnê tê dîsa?
em bi dîtina siwariyan ser xwe ve herin,
di neynika ku kirine destê me de,
li xeyalên xwe yên zarok binêrin,
ji kêfa bibetilin
û li ber gola miradan
di sînga zarokatiya hev de
di ber nêrgizan re di xew re herin...
- Açıklama

di ber nêrgizan re di xew re herin...ISBN:9786055585280
- Yorumlar