Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

 

Di sala 1954ê li bajarê Şirnexê hatiye dinê. Cara yekê helbestên wî di kovara
Tîrêjê de (yekem kovara kurdî ye li Bakur) de hatine belavkirin. Heta niha helbest û nivîsarên wî
di gelek kovar û rojname û TVyên kurdî de belav bûne (Nûbûn, Nûdem, Jiyana Rewşen, Nûbihar
û hwd.) Di sala 1999 de bi navê Kulîna Kulîlkan kovareke internetî amade kir û çar hejmarên
vê kovarê derketin. Hin helbestên wî li tirkî, almanî, fransî, erebî û farisî hatin wergerandin. Di
çendîn komeleyên civakî de tevlî konferans û panêlan bû. Nivîskariya xwe didomîne.
Berhemên wî
Helbest:
Êş (Weşanên Sî, 2001)
Şagirtên Evînê (Weşanên Sî, 2003)
Pandomîm (Weşanên Belkî, 2006)
Şîna Helbestê (Weşanên Doz, 2008)
Dilê min palgeh e ji işqê re (Weşanên Lîs, 2011)
Ji Dûriyê re (Weşanên Lîs, 2013)
Xewna Dawî (Weşanên Lîs, 2016)
Xana Xemê (Weşanên Lîs, 2018)
Çemê Baranê (Avesta, 2019)
Wisa Tê Bîra Min (Avesta, 2020)
Werger:
Lapis Lazuli / Mehmet Altun
A Deryayê Gotî / Mustafa Köz

Berken Bereh - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1